AFRINPOST-Taybet
Afrinpost ji çavkaniyên xwe agahdar bû ku milîsên “Lîwa Siqûr El-Şemal” ên dagirkeriya Tirkî siyaseta kolekirina şêniyên gundê Gemrûkê bi rêya xebitandina wan bêpere di projeyên çandiniyê dewam dikin.
Çavkaniyan da zanîn ku milîs hemû xortên gund di çinîna berhemên çandiniyê de bêpere wek çawa di dema koletiyê de dihat bikaranîn, dixebitînin.
Milîsan bi dehan ji hektarên çandiniyê û zeviyên zeytûnan ên şêniyên gund desteser kirine.
Milîsên “Siqûr El-Şemal” 8`ê Nîsana 2021, 61 traktorên çandiniyê li gundê Gemrûk û Ereb Şêxo, di nav de 14 ên gundê Ereb Şêxo ji ber ku xwediyên hinek traktoran, razî nebûn bpere ji wan re kar bikin, desteser