AFRINPOST-Taybet
Milîsên “Lîwa El-Şemal” ên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn, 5`ê Gulanê 2021, sê malbatên Kurd ji şêniyên gundê Avrazê yê navçeya Mabeta qewitandin, malên wan desteser kirin û niştedagîr lê bi cî kirin.
Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku çekdarên milîsan şêniyên bi navê Mihemed Nasan û kurê wî Xalid Nasan li gel malbata wî, û zavayê wî Mihemed Mistefa û malbata wî ji malên wan qewitandin û desteser kirin, piştre sê malbatên niştedagîr lê bi cî kirin.
Nûçegihan destnîşan kir ku milîsan hemû navmaliyên malên wan desteser kirin.
Malbata şêniyê 70 salî yê bi navê Mihemed Nasan ku malbateke belengaz e, neçar bû biçin li bajarê Efrînê bijîn. Milîsan ji beriya 3 salan ve mal desteser kir, lê nikarîn mala xwe vegerîn,