AFRINPOST-Taybet
Dagirkeriya Tirkî di çandina hişmendiya Ixwanî li nava Kurdên Efrînê û zarokên niştedagîran de bi rêya komeleyên olî yên tundraw dewam dike û bi taybet komeleyên Kuweytî û Qeterî da ku herêma Efrînê ya dagirkirî veguherîne navendeke hişmendiya Ixwanî.
Ji destpêkirina dagirkeriya Tirkî ya herêma Efrînê, Kuweyt û Qeter hewl dan ku bi rêya komeleyên xwe yên qaşo mirovî ne û alîkariyan pêşkêşî şênî û niştedagîran dikin, raman û hişmendiya olî ya tundaw di mizgeftan de di seriyê zarokên Kurd û niştedagîran de biçîne.
Desthilatên dagirkeriya Tirkî li gel komeleyên Ixwanî bêtir giraniya xwe dan dibistanan ango perwerdeyê.
Gava pêşîn ji dibistanan dest pê kirin ku materyalên Kurdî rakirin û madeya zimanê Tirkî kirin madeyeke bingehîn di dibistanan de. Her wiha ji ber dagirkeriyê gelek dibistan bûn navendên leşkerî ku vê yekî neyînî li derûniya şagirtan kir.
Zarokên Kurd Di Bin Bandora Ixwanan De Ne
Zarok di salên xwe yên destpêkê de her tiştî bi rêya perwerdeyê dipejirînin û wisa pê re mezin dibe. Deshilatên dagirkeriya Tirkî vê taybetmendiya zarokan bi rêkûpêk bi kar tînin ku bi her awayî hewl didin ku her tiştê berê yê girêdayî Kurdewariyê ji hişê zarokên Kurd ên ku di dema Rêveberiya Xweser de girtine, radikin û zarokan li ser hişmendiya Ixwanî ya tundûtûj perwerde dikin.
Hinek çavkaniyan ji hundirê Efrînê ragihand ku şêniyên Kurd ji wan re da zanîn ku êdî zarokên wan bi vê hişmendiyê bandor dibin û li pey diçin.
Zarok xwediyên xwe bi gawir bi nav dikin û helwestên nexweş ji aliyê wan ve tên nîşandan.
Şêniyê bi navê A.S ji gundê Maratê ye û li Efrînê dijî ji çavkaniyeke Afrinpostê re qala tecrûbeya xwe ya taybet kir û wiha got;
Zarokên min ji min re dibêjin ku eger tu Rojiyê negirî, tu yê têkeve dojehê û daxwaz ji xwîşk û dayîka xwe dikin ku seriyê xwe bi pateyê bipêçe ji ber ku xuyabûna porê jinê heram e.
Şêniyê bi navê A.S diyar kir ku dagirkeriya Tirkî dibistanên herêmê veguherandin navendên olî û hişmendiya Ixwanî ya tundra.