Ji ber topbarana Tirkî li ser Şehbayê agir bi berhemên çandiniyê ket

AFRINPOST-Taybet

Hêzên dagirkeriya Tirkî roja Sêşemê piştî nîvro herêmên Şehbayê topbaran kirin ku di encamê de agir bi berhemên çandiyê ket.

Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku dagirkeriyê 8 top li dorhêla gundê “Um Hoş” xistin û di encamê de zirareke mezin gihîşt berhemên çandiniyê yên şêniyan.

Nûçegihan destnîşan kir ku hêjî agir venemiriye û şênî hewl didin agir vemirînin.

Herêmên Şehbayê û gundên navçeya Şêrawayê yên li ser xeta şer li hemberî milîsên dagirkeriyê rojane rastî topbaranê tên û şênî jî zirareke mezin ji topbaranê dibînin.

Related posts