AFRINPOST-Taybet
Milîsên “Lîwa El-Mutesim” ên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn roja Pênşemê 6`ê Gulanê 2021 bi zordestî bi ser mala şêniyekî Kurd li gundê Kurzîlê yê navçeya Bilbilê de çûn. Milîsan endamên malbat girê dan û devê wan jî girtin.
Têkildarî wê çavkaniyên Afrinpostê ragihandin ku çekdaran hejmara wan 10 bûn, bi şev bi ser mala şênî Zuhêr Memo de girt û destên endamên malbatê girê dan û devê wan girtin. Piştre pere, telefon û navmaliyên malbatê dizîn.
Çekdaran sûd ji hebûna malê ya li nava baxçeyên gund dît û ev diziya zordest û eşkere pêk anî.
Hêzên dagirkeriya Tirkî 15`ê Adara 2018 gundê Kurzîlê yê Bilbilê dagir kir. Milîsên “El-Mutesim Billah” gund bi darê zorê bi rêve dibin û mala şênî Ehmed Axa ji xwe re kirine navend û biryargeha wê ya bingehîn li gundê Zarê ye.
Ev gund wek yên dîtir hema hema ji şêniyên xwe yên resen vala bûye ku tenê 6 malbat ji eslê 41 malbatan vegerîn gund.