AFRINPOST-Taybet
Milîsên “Feyleq El-Şam” beriya derdora hefteyekê, 4 Kurd ji şêniyên gundê Kîmarê yê navçeya Bilbilê revandin ku li wan dan û îşkence kirin û piştî du rojan ew berdan, lê nehat zanîn ku tawana wan çi bûn.
Li çavkaniyên Afrinpostê milîsên “Feyleq El-Şam” şêniyên bi navê Nîdal Hisên, Subhî Hisên, Hemîd Mihemed û Ezîz Îbo dema ku pezê xwe li dorhêla gund diçêrandin, ew revandin û birin navenda xwe ya li gundê Basûtê ku li wire w îşkence kirin.
Çavkaniyan da zanîn ku çekdarên milîsan 14 serî mih, jê 9 yên şêniyên Ezîz û 2 ên şêniyê Hemîd û 3 jî yên şivanên dîtir bûn û wiha dewam kirin;
Armanc ji kiryarên bi vî rengî ew e ku şêniyan bidin koçberkirin.