Li gundewarê Efrînê ji ber pevçûnên li ser kartolan 4 çekdar birîndar bûn

AFRINPOST-Taybet

Roja Sêşemê di navbera milîsên “Lîwa 112” ên dagirkeriyê Tirkî û Ixwan Mislimîn li gundê Dumilya yê navçeya Mabeta, li ser belavkirina pakêtên alîkariyê pevçûn derketin.

Di hûrgiliyan de nûçegihanê Afrinpostê li navçeya ragihand ku pevçûnên sivik li gund li ser kartolan di encama nakokiyên belavkirina pakêtên alîkariyê ku rêxistineke hawarçûnê belav dikir, derketin.

Nûçegihan da zanîn ku di encama pevçûnan de 4 çekdarên milîsên “Lîwa 112” ku gund dagir kirine, birîndar bûn.

Di Gulana 2020 de jî, li bajarokê Cindirêsê li ser belavkirina alîkariyan niştedagîrek hat kuştin û piştre pevçûn di navbera çekdaran de derket.

 

 

 

 

 

Related posts