Milîsên Ixwanî li gundê Kibêşînê yê Şêrawayê 2 şênî revandin

AFRINPOST-Taybet

Milîsên “Feyleq El-Şam” ên dagirkeriya Tirkî roja Duşemê, du şêniyên ku birayên hev in, ji mala wan li gundê Kibêşînê yê navçeya Şêrawayê bê sedem revandin.

Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku çekdarên milîsên “Feyleq El-Şam” 2 şênî bi navê Ismaîl Cimo Heyder û Izîdîn Cimo Heyder ji şêniyên gundê Kibêşînê yê Şêrawayê revandin û birin cihekî nediyar.

Beriya niha jî, milîsên “Feyleq El-Şam” hemleyên revandinê yên berfireh li gundê Basûfan, Kibêşîn, Birc Heyderê û Buyê pêk anîn.

Sedema wê jî armanckirina otomobîla leşkerî ya sermilîs “Hemze Ebû Zêd” ku 4`ê Berfanbara 2020 bû.

Related posts