AFRINPOST-Taybet
Piştî ku çeteyên Ixwanî yên dagirkeriya Tirkî ji Lîbyayê vedigerin, projeyên veberanînê peyda dibin û sûka xanîberan çalak dibe.
Çete qala dizîna mûçeyên xwe dikin, gelo jêdera van pereyên ku pê projeyan ava dikin çi ne?
Nûçegihanê Afrinpostê ji jêderên xwe zanyariyên nû bi dest xistin. Li gorî van zanyariyan çeteyên Sûrî yên ku ji Lîbyayê vegerîne, bi projeyên veberanînê li bajarê Efrînê bi navên çêkirî radibin da ku rastiya diziyên ku pêkanîne, veşêrin.
Ji wan çeteyan ev hatin naskirin; Ebû Hufiz Esed, Barodî, Ebû Mihemed Şerar û Ebû Mihemed Tebax)
Nûçegihan da zanîn ku çeteyên ku ji Lîbyayê vegerîne, hewl didin ku pereyên çetetî û diziya li Lîbya kirine bişon ango rewa bikin.
Çeteyan li Lîbya dikan û milkên Lîbiyan weke zêr, pere û navmaliyan dizî û talan kirin. Lê zêde mûçeyên ku beramberî beşdarbûna wan wek çete li kêleka hikûmeta “Wîfaqê” ya Ixwanî li dijî artêşa niştîmanî ya Lîbî bi wan re bûn alîkar ku projeyên veberanînê li Efrîna dagirkirî ava bikin.
Nûçegihan diyar kir ku çeteyên ku navên wan bi bîr xistine, destpêkê ofîsên bazirganiya otomobîlan ji ber ku karekî hêsan e û pir amadekariyê naxwaze, vekirin û wiha dewam kir;
Yê bi navê “Ebû Hufiz” di nexweşxaneya Avrînê de bû hevpar ku ewlehiya xwe jî ji çekdarên “Lîwa Şemal” misoger kir, lê zêde li taxa Eşrefiyê mal bi buhayên erzan kirîn. Her wiha dikanên bazirganiyê li herêma Sînaya jî kirîn.
“Ebû Hufiz” berpirsyarê çetekirina milîsan ji bo şandina Lîbya û Azerbeycanê bi daxwaza Mîta Tirkî bû.