AFRINPOST-Taybet
Nûçegihanê Afrinpostê roja Duşemê ragihand ku milîsên “Ehrar El-Şerqiyê” ji şêniyên gundê Qêsim ê navçeya Raco xwest ku hejmara darên xwe yên zeytûnê li gel ofîsa wê ya aborî tomar bikin da ku milkên koçberan ji nû ve bihesbînin ku yan desteser bikin an jî bacan li ser kesên ku xwedî li wan daran derdikevin, bisepînin.
Nûçegihan da zanîn ku milîs wan belgeyên ku desthilatên dagirkeriyê(mixtarê gund û meclisa Raco ya xwecihî) derxistine ku Kurên li navçeyê mane pê karîn zeviyên koçber û nasên xwe bi rêve bibin, napejirînin û di çarçoveya ofîsa xwe ya aborî li gund sînordar kirine.
Li aliyekî din, nûçegihan da zanîn ku milîsên “Sultan Mûrad”, erdên li nava bendava Eşûnê yan jî bendava Raco, bi bihaneya ku “milkên dewletê” ne, ji firotinê re pêşan didin û ji ber ku ew erd ji çandiniyê re vekirî ne, milîs bi metreyan difiroşin niştedagîran.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku piraniya wan erdên çandiniyê, rezên tirî û zeviyên zeytûnan in û ew erd ên şêniyên gundê Dîkê, Eşûnê, Zivinkê û Karê ne.
Li gorî belgeyan bendava Eşûnê di salên 80`î de ji bo komkirina ava serûyî weke proje ji aliyê hikûmeta Sûriyê ve li ser dihat xebitandin, lê belê ew proje neçû serî. Ji ber vê yekê hikûmetê ji nû ve erdên şêniyên wan gundan ji wan re vegerandin.