AFRINPOST-Taybet
Îro Afrinpost ragihand ku 2 çekdarên milîsên Feyleq El-Şam a dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn di nav de yê bi navê Ebû Udey sermilîs wan e hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.
Koma bi navê Ebû Besam duh roja Çarşemê navendeke milîsên milîsên Feyleq El-Şam bi bombeyeke destan li navçeya Bilbilê ya gundewarê Efrînê armanc kir.
Roja Sêşemê li bajarokê Meydankê pevçûnên giran di navbera koma milîsên Feyleq El-Şam de li ser herêmên serweriyê û dabeşkirina mal û milkên şêniyşn bajarokê de rûdan.
Di encama pevçûnê de yê bi navê Mihemed Oglan ji bajarê Humsê ye, ku girêdayî koma yê bi nave Ebû Besam e û du çekdar jî birîndar bûn.
Li bajarê Babê jî, li xaçerêya Sosiyan operasyoneke suîqastê pêk hat ku endamekî polîsên dagirkeriya Tirkî hat kuştin.
Li gorî Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, kesê ku sûîqast kiriye, nehat zanîn.