Ji ber gemara zêde li kolanên Efrînê nexweşiyên çerm belav bûne

AFRINPOST-Taybet

Nûçegihanê Afrinpostê da zanîn ku ji ber belavbûna gemarê li kuçe û kolanên bajarê Efrînê, nexweşiyên çerm di nava şêniyan de zêde bûye û wiha dewam kir;

Ji ber xemsariya desthilatên Tirkî ku xwedî li paqijiya bajêr dernakeve, gemar belav e û nexweşiyên çerm belav bûne.

Li kîlînîkên tenduristî bi rêjeyeke mezin nexweşên akzîma, fitiriyat û ji bilî wan belav dibin.

Di vê çarçoveyê de jineke Kurd ji Afrinpostê re diyar kir ku zarokên wê yên biçûk bi nexweşiya Eczema ketine û wiha dewam kir;

Gemar bê serûber li kolanên bajarê Efrînê kom û belav bûye, şaredariya bajarokê dagirkeriyê bi karê paqijiyê ranabe û niştedagîr û çekdar jî gemarê davêjin kolanan.

Bi ser de jî newêrin, biçin nexweşxaneyên dagirkeriyê û ji ber ku endamên laşê wan didizin.

Related posts