Polîsên Rûsî hinek xalên xwe li Şehbayê vala dike û şênî jî bi fikar in

AFRINPOST-Taybet

Îro roja Sêşemê ji nişka ve hêzên Rûsî çend xalên xwe li Til Rifetê û gundê Keştearê vala kirin û li gundê Herbelê yên Şehbayê kom bûn.

Li gorî çavkaniyên Afrinpostê hêjî hêzên Rûsî li xaleke xwe li gundê Wehşiyê mane, lê sedema valakirina xalên li Til Rifetê hêjî ne zelal e.

Çavkaniyan teqez kir ku hêzên Rûsî hê bi giştî ji çarçoveya Şehbayê derneketine û hêzên rêjîma Sûrî jî li deverên xwe ne û ti guhertin çênebûye.

Hemwextî wê Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku wan xwe ji bo rewşeke awarte amade kirine.

Vekişîna hêzên Rûsî ji Til Rifetê senaryoyê vekişîna wan ji Efrînê berî were dagirkirin, tîne bîra mirov. Ji ber vê yekê koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê li hemberî vê gava Rûsan bi fikar in.

Related posts