AFRINPOST-Taybet
Afrinpost ji çavkaniyên xwe agahdar bû ku milîsên dagirkeriya Tirkî “Ceyş El-Wetenî El-Sûrî” di roja yekem a rojiyê(remezan) de li gelek gundên herêma Efrîna dagirkirî dewriye gerandin û bi pey kesên ku rojî negirtine, ketin.
Li gorî çavkaniyan kesên ku rojiyê nagirin, wê bac li ser werin sepandin û tevlî dewreyên şerîeta îslamê bibin.
Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku milîsên “Lîwa Weqas” ku gundê Hêkiçê û Meraniyê yên navçeya Şiyê dagir kirine, her wisa milîsên “Feyleq El-Şam” ku gundê Basûfanê yê Êzdî, Buyê û Birc Heyderê yên navçeya Şêrawayê û ji bilî wan dagir kirine, deriyeyan bi mebesta girtina kesên bêrojî digerînin.
Nûçegihan destnîşan kir ku milîs bacên diravî ji kesên bêrojî distînin û tevlî perwerdeyên olî dikin.
Li aliyekî din, nûçegihan da zanîn ku koma bi navê Ehbabûllah ên bi ser Daişî ve ne, li ser xwediyên dikanên bazirgabiyê û kolanên giştî yên Efrînê digerin û şêniyan neçarî rojî û nimêjê dikin.