Milîsên “Sultan Mûrad” şêniyên bajarokê Meydankê ji nêçîra masiyan qedexe dike

AFRINPOST-Taybet

Milîsên dagirkeriya Tirkî di tengavkirina Kurdan de li Efrînê berdewam in. Bi her awayî debara jiyana Kurdan tengav dikin da ku wan koçber bikin û guhertina demografîk bi rihetî pêk bînin.

Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku milîsên “Sultan Mûrad” ku bajarokê Meydankê li navçeya Şera dagir kirine, rê nadin ku şêniyên bajarokê bi bihaneyên Ewlehiyê nêçîra masiyan li gola Meydankê bikin.

Nûçegihan destnîşan kir ku armanca rast ew e ku şênî ji qezenca nêçîrê bê par bimînin û tenê karê nêçîrê bi xwe ve sînordar bikin û wiha dewam kir;

Nêçîrvanekî li gel nûçegihan peywendî çêkir û eiha got: “Çeteyên firqeya “Sultan Mûrad” karê nêçîrê li ser şêniyên bajarokê qedexe kiriye.”

Nêçîrvan da zanîn ku karê nêçîriyê li ba şêniyên bajarokê jêdereke sereke ya jiyanî ye.

Bajarokê Meydankê ji aliyê 5 milîsên Îslamî ve hatiye dagirkirin û her milîsek beşek ji bajarokê dagir kiriye û ew jî ev in; “Feyleq El-Şam”, “Hêzên Nuxbe”, “Firqeya Sultan Mûrad”, “Lîwa Mutesim”, “Firqeya Rîcal El-Herb)”

Niha derdora 110 malbatên Kurd ji bingeha 550 li bajarokê mane ku çekdar û niştedagîr malên mayî desteser kirine.

 

Related posts