AFRINPOST-Taybet
Roja Pêncşemê bi sibehê teqemeniyek bi otomobîlekê de li kolana lîstikgeha “Beledî” ya li navîna bajarê Efrînê teqiya. Di encama teqînê de kesek hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.
Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku teqemenî bi tirimpêleke “Santafê” de li hemberî xwaringeha “Fatayêr Reşîd” Beledî” de teqiya. Di encamê de ajokar rasterast mir û 3 kesên din jî birîndar bûn û gelek ziyanên madî li herêma teqînê çêbûn.
Teqîneke din pêrar ango şeva Sêşemê, ji ber teqîna teqemeniyekê bi tirimpêlekê li kolana Mehmûdiyê li nêzîkî mizgefta “Ûsama Bin Ladên” li navîna bajarê Efrînê teqiya ku tenê zirarên madî çêbûn.