AFRINPOST-Taybet
Nûçegihanên Afrinpostê karîn li bajarê Efrînê yê dagirkirî rewşên nû yên diziyê ji aliyê çekdarên Îslamî û xwediyên wan ên niştedagîr belge bikin û bi taybet li taxa Eşrefiyê ya bajêr.
Li gorî nûçegihanên Afrinpostê komeke diz ji çekdar û niştedagîran peyda bûye û bi rihetî û hêsanî mal û milkên xelkên bajêr didizin. Ji rewşên diziyê yên ku hatine dîtin û belgekirin;
- Niştedagîrekî ji bajarê Qelemonê mala şêniyekî Kurd bi navê Mihemed Hesen ji gundê Turindê li taxa Eşrefiyê dizî. Dema ku xwediyê malê Mihemed çû nexweşxaneya bajarê Ezazê, 2 cerên gazê, mikrowêvek, 2 bateriyên mezin, amûrê inverter û ekrana Plasma dizîn. Lê zêde 3 tabloyên enerjiya rojê jî dizîn. Niştedagîrê ku mal talan kiriye, malek li kêleka mala şênî Mihemed Hesen desteser kiriye. Tiştê balkêş ku dizî li pêşiya çavên cîranan hat kirin, lê belê ji ber ku milîs destekê didin niştedagîrê diz, newêrîn destwerdan bikirana.
- Komek bi nave “Ebû El-Xêr” a Xûtanî, Şemiya derbasbûyî, 2 motorsiklet ji têketina avaniyeke niştecihiyê li kolana “Fîl” a taxa Eşrefiyê dizîn. Dizan her du motorsiklet bi otomobîleke leşkerî ya milîsên “Ceyş El-Îslam” birin.
- Dizinan li dorhêla stasyona “Êşe” ya sotemeniyê, cerekî gazê, baterî, tabloyekî enerjiya rojê û 500 lîreyên Tirkî ji mala jinebiya Kurd Fatme ji gundê Xilalka yê navçeya Bilbilê dizîn.
- Pêwîstiyên konê sersaxiyê li taxa Efrînê wek kabloyên elektirîkê, mase û derdora 25 kursî ji mala şêniyekî Ereb ji malbata “El-Nasir” ku ji gundê Bablîtê yê Cindirêsê ye hatin dizîn.
- Embareke cixareyan li ser rêya Turindê yê niştedagîrekî ji bajarokê Mayêr li gundewarê Helebê hat dizîn. Milîsan ji hundir avahiyê beşek ji dîwarê dikana wî rakir û derdora 17 kartonên bakêtên cixareyan dizîn.
- Li kana keviran a gundê Turindê yê bi ser bajarê Efrînê ve ye, avkêşê bîreke irtîwazî û 40 M ji kabloyên elektirîkê hatin dizîn. Mafê avkêşê 450$ û yên dizîne jî, milîsên “Cebha El-Şamiyê” ne ku li “qada mazotê” ya gund bi cî bûne.
- Li gundewarê Efrînê jî, niştedagîrên ji gundewarê Heleb yê rojava, beriya hefteyekê 15 cerên gazê ji dikana şênî Sebrî Ihmo li gundê Buyê yê navçeya Şêrawayê dizîn.
- Li gundê Birc Heyderê yê navçeya Şêrawayê jî, niştedagîrên ji gundewarê Helebê yê rojava, ji mala şênî Ehmed Hesen beroşên baqirî yên mezin, û ji metbexê jî mast û penîr hatin dizîn.