Milîsên “Semerqend” mala pîrejineke Kurd li gundê Rûta venagerînin

AFRINPOST-Taybet

Milîsên “Semerqend” ên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn ji salan ve mala pîrejina Kurd Nazo ku temenê wê bêtirî 80`î saliyê ye, desteser kiriye û tevî ku pîrejinê li ba desthilatên dagirkeriyê li wan gilî kir, lê ji wan re venagerînin.

Li gorî çavkaniyên Afrinpostê, şêniya bi navê Nazo jina rihmetî Şukrî Yûsif e. Ew hêjî li gel keça xwe ya li gundê Husê(Mîrkan) dimîne. Sedema wê jî ew e ku milîs razî nebûn mala wê ya li gundê Rûta yê navçeya Mabeta û tevî ku gelek caran li ba desthilatên dagirkeriyê li wan gilî kir, lê belê milîsan jê re venegerand.

Milîsan Adara 2018 mala pîrejina Kurd pev navmaliyan desteser kir. Her wiha derdora 2000 darên zeytûnê ji zeviyên wê desteser kirin, lê zêde bi dehan ji darên behîv û simaqê desteser kirin.

Her wiha milîsan mala kurê wê Ehmed Şefîq Yûsif desteser kiriye û veguherandiye navendeke leşkerî.

Şênî Mûnîr Rebîh ji pêkhateya Ereb e, li Tirkiyê piştî ku agahiya desteserkirina milîsên Semerqend ji mala wî re, ji xemgînî û dilsotiya xwe jiyana xwe ji dest da.

Related posts