AFRINPOST-Taybet
Afrinpostê li bajarê Efrîna dagirkirî çavdêrî li milîsên Ixwanî û zanyariyên nû derbarê sûcên milîsan derheqê Kurdên Efrînê de xuya kir.
Li gorî çavdêriya Afrinpostê milîsên Ixwan Mislimîn ên dagirkeriya Tirkî koletiyê li ser Kurdan disepînin.
Di vê çarçoveyê de, li navçeya Şiyê milîsên “Sultan Silêman Şah” li ser şêniyên navçeyê xebata li zeviyên çandiniyê yên koçberan sepand. Milîs bê pere şêniyên Kurd li nava zeviyên çandiniyê didin karkirin.
Li gundê Zerka yê navçeya Şiyê jî, milîsên “Feyleq El-Mecid” ku sermilîs Mihemed Hibûb bi nasnav “Ebû Welîd” tê baskirin, şêniyên gund neçar dike ku bê pere li zevî û baxçeyên ku milîsan desteser kirine, kar bikin û yên ku razî nabin bixebitin neçarî dayîna pereyan dikin.
Her wiha sermilîsê bi navê “Eşref” bi nasnav “Ebû Zahir” ku sermilîsê “Feyleq El-Mecid” de li gundê Kîla yê navçeya Bilbilê şêniyan kole dikin. Milîs xortên gund dibin karê cotajotinê, vedana daran û êzingkirinê li zeviyên ku desteser kirine.
.