Erdên çandiniyê li herêma Efrîna dagirkirî bi bihaneyên çêkirî tên desteserkirin

AFRINPOST-Taybet

Milîsên Ixwanî yên dagirkeriya Tirkî û çeteyên wê desteserkirina mal û milkên koçberên Efrînê bê navber dewam dikin.

Komîteya qaşo “vegerandina mafan” jî, ji bo rê li ber nasên xwediyên erdên Efrîniyan bigirin û nehêlin xwedî lê derkevin û bi rê ve bibin, bihaneyên cuda çêdikin.

Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku çekdarekî milîsên “Ceyş El-Îslam”, malek li jorî avahiya “Hekîm” li ser rêya Turindê ya taxa Eşrefiyê bi 1100$ firot niştedagîrekî ji parêzgeha Hemayê û mal a şênî Nûrî Necar e.

Her wiha cekdarekî din ên milîsên “Ceyş El-Îslam” malek li gundê Turindê yê bi ser bajarê Efrînê ve ye, bi 600$ firot niştedagîrekî Xûtaya Rojhilat û mal a şêniyê Kurd Zekî Hiso ye.

Nûçegihan da zanîn ku xwediyên malan derbarê firotina male de, li ba komîteya bi navê “vegerandina mafan” gilî pêşkêş kir, lê belê guh neda gilî û desteserkirin bi bihane kir.

Related posts