Milîs di şelandina şêniyan de li rêbenda Kontrolê ya Xezawiyê berdewam in

AFRINPOST-Taybet

Endamên rêbenda milîsên “Feyleq El-Şam” ên Ixwanî bê navbera bacan li ser xwediyên otomobîlên bi kelûpelan barkirî ne disepînin. Her wiha şêniyên ku di rêbendê re ber bi Efrînê û Idlibê ve dişelînin.

Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku milîsên li ser rêbenda kontrolê bazirganek ji bajarê “Darit Izê” şeland û kelûpelên wî dema rêbend derbas dikir û diket herêma Efrîna dagirkirî şeland û wiha dewam kir;

Çekdaran 6500 lîreyên Tirkî û kelûpelên wî wek bêhn û xişiran bi nirxê 150$ talan kirin.

Afrinpostê beriya demekê raporek weşand û got ku milîsên “Feyleq El-Şam” ên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn, bacan li ser çûn û hatinê otomobîl û şêniyan disepîne.

Raporê destnîşan kir ku milîs ji otomobîlên bi sebzeyan barkirî 30000 lîreyên Sûrî distîne û ji barkêşên mezin ên bi madeyên xwarinê barkirî ne, 50000 û yên biçûk jî 20000 lîreyên Sûrî û 5000 lîreyan li ser serê her dewarekî distînin. Her wiha milîs li ser madeyên sotemeniyê jî, barkêşên ku ji herêmê dertên û ber bi Idlibê ve diçin li ser her bermîleke mazotê 10000 lîreyên Sûrî ferz dikin.

Girêdayî mijarê, 27`ê Adarê 2021 di navbera milîsên “Feyleq El-Şam” û “Firqeya El-Hemze” li bajarokê Basûtê, bi armanca kontrolkirina gundê Basûtê, Birc Abdullah û Keferzîtê ku pê re rêyên qaçaxciyê bibin, pevçûn derketin. Di encama wê pevçûnê de 10 ji her du aliyan di navbera kuştî û birîndarî hatin belgekirin.

Related posts