AFRINPOST-Taybet
Di bin durişmeya Îslamkirina Êzdiyên Efrînê de, 13 saziyên Êzdî, mafnasî û çandî yên Kurdî derbarê binpêkirinên derheqê Êzdiyan ji tirsandin, gawirkirina wan û Îslamkirina wan bi darê zorê daxuyaniyeke hevbeş bi raya giştî re parve kir.
Saziyan di daxuyaniyê de bang li rêxistinên navneteweyî û Îslamî yên fermî kir ku rê li ber sûcên derheqê Êzdiyên li Efrînê dibin, bigirin.
Afrinpost kopiyek ji daxuyaniyê bi dest xist ku naveroka wê jî wiha ye; Êzdî li Efrînê ji ber ola wan, rastî hemû cureyên îşkence, qirkirin, binçavkirin, terorkirin, koçberkirin û guhertina demografîk û desteserkirina mal û milkên koçberan, destdirêjî û heqareta li durişmeyên olî tên. Her wiha mezar û perestgehên Êzdiyan hildiweşînin û wan bi darê zorê dikin misilman.
Daxuyaniyê destnîşan kir ku dagirkeriya Tirkî çeteyên Daiş`ê bi ser Êzdiyên li Efrînê mane de, berdan da ku gundên Êzdî li Efrînê ji niştedagîrên Xûta, Idlibê, malbatên serokên Itîlafê û çekdaran re bikin wargeh.
Saziyên ku îmza xwe li daxuyaniyê dane, ev in:
1- Komeleya Kaniya Spî ya çandî û civakî
2- Desteya Zagonî ya Kurdî
3- Êzdîna
4- Navenda Dadê ya Mafên Mirovan
5- Yekîtiya Êzdiyên Sûriyê
6- Rêxistina Mafên Mirovan – Efrîn Sûrî
7- Komeleya Civaka Kurdî li Stûtgartê
8- Foruma Almanî-Kurdî
9- Kombûna Êzdî ya Sûrî
10- Meclisa Êzdî ya Sûrî ya Bilind
11- Tevgera Êzdiyên Azad
12- Kombûna Çandî û Civakî ya Êzdî li Almanya
13- Komeke mafnasên Êzdî li Sûriyê