AFRINPOST-Taybet
Nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê yê dagirkirî, rewşên nû yên desteserkirina mal û milkên koçberên Efrînê ji aliyê çekdarên dagirkerî û niştedagîran ve belge kir.
Di vê çarçoveyê de milîsên “Cebha El-Şamiyê” yên li çerxerêya Kawa, mala şêniyekî ji gundê Xalta yê Cindirêsê venegerand. Yê ku mala wî desteser kiriye ji bajarê Helebê ye û mala desteserkirî li nêzîkî mizgefta “Bîlal” a taxa Eşrefiyê dikeve.
Li taxa Eşrefiyê jî, milîsên “Ehrar El-Şerqiyê” bi dehan ji malên koçberên Kurd li herêma depoyê avê desteser kir. Milîs wan malan ji xwe re bi kirê didin. Ji xwediyên wan malan ev kes hatin naskirin; Mihemed Elî Mihemed ji gundê Bablîtê, Rizgar Elî ji gundê Kefer Betrê û 4 mal ên Mihemed Dawûd in
Desteserkirina malan hemwextî propagandaya ku desgehên ragihandinê yên dagirkeriya Tirkî ji komîteya bi navê “vegerandina mafan” re tê, ku wê komîteyê hejmareke zexte ji malên desteserkirî qaşo ji xwediyên wan re vegerandin, belav kir.