AFRINPOST-Taybet
Çekdarên dagirkeriya Tirkî û xwediyên wan ên niştedagîr bi dehan darên zeytûnê yên koçberan bi armanca bazirganiyê birîn.
Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku niştedagîrên li kampa deşta Kitixê ya navçeya Mabeta, 40 darên zeytûnê yên koçberê Kurd Mihemed Mistefa Elî ji şêniyên gundê Badîna birîn. Her wiha 15 dar li xaçerêya gundê Şeytana yên şênî Ebdil Rehman Mistefa ji şêniyên gundê Şeytana birîn û wiha dewam kir;
Niştedagîrinan 76 dar li aliyên gola Meydankê yên şênî Mihemed Mamo ji gundê Çema birîn.
Hejmara darên bi ber û bi taybet ên zeytûnê ku ji bo bazirganiya bi êzingên wan hatine birîn, gihîşt derdora nîv milyon darî, lê zêde 15000 hekrat ji daristanên merxê ji daran hat valakirin.