AFRINPOST-Taybet
Milîsên “Sultan Mûrad” ên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn ji xwediyên girtiyekî Kurd fidyeyeke malî beramberî berdana wî xwest. Hemwextî wê jî, 45 darên zeytûnê li dorhêla gundê Eyn Hecerê bi armanca firotina êzingên wê birîn.
Têkildarî mijarê nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku çekdarekî ji milîsên “Sultan Mûrad” ji xwediyên girtiyekî Kurd bi navê Zekî Elî Sebrî”Xecûnê” re kete nava peywendiyê û ji wan daxwaza 2000$ beramberî berdana wî kir.
Şênî Zekî ji gundê Mosako yê navçeya Raco ye. Ew ji aliyê desthilatên dagirkeriya Tirkî ve, 10`ê Sibata 2021 dema karê xwe yê dirûtinê di dirûngeha xwe de dikir, hat binçavkirin û birin cihekî ne diyar.
Li aliyekî din, di çarçoveya sûcên ku milîsên “Sultan Mûrad” pêk tînin de, çekdarên wê 30 darên zeytûnê yên zeviyê di navbera gundê Eyn Hecerê û Omo yên navçeya Mabeta de bi armanca bazirganiya bi êzingan bi giştî rakirin û 15 jî birîn. Zeviyê ku darên wê hatine birîn, ê şênî Mihemed Şukirî Salih e ku li bajarê Efrînê dijî.