Komek bi navê “Ehbabûllah” Êzdiyên gundê Qîbarê neçarî islametiyê dike

AFRINPOST-Taybet

Afrinpost ji çavkaniyên xwe yê pêbawer agahdar bû ku komeke bi navê “Ehbabûllah” ya tundraw, karê xwe yê belavkirina Îslamê li gundewarê Efrînê berfireh kiriye.

Li gorî çavkaniyan koma bi navê “Ehbabûllah” derbasî gundên Êzdî dibe û bi zorê Êzdiyan dikin misliman û wiha dewam dikin;

Kom ji beriya hefteyekê ve li mizgefta gundê Qîbarê yê bi ser bajarê Efrînê ve bi cî bûye û li ser şêniyên Efrînî digere û wan bi zorê dikin misliman.

Çavkaniyan destnîşan kir ku koma ji derdora 15 tundrawên misliman pêk tê. Ew 15 kes dabeşî 3 koman, her komek 3 kes in ku heta şêniyan li ser rê disekinîn û neçar dikin ku bibêjin Birêz Mihemed pêxemberê wan e.

 

 

 

Related posts