Karên dizî û desteserkirina xanîberiyê li bajarê Efrînê berdewam e

AFRINPOST-Taybet

Nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê yê dagirkirî ragihand ku çekdar û niştedagîr di dizî û desteserkirinê de berdewam dikin.

Milîsên “Ehrar El-Şerqiyê” yên dagirkeriya Tirkî 4 dikanên bazirganiyê yên koçber Ebid El-Menan Mihemed ku li ser otostrada Xerbî “mazot” dikevin, desteser kirin û di dema pêş de wê ji xwe re bi kar bînin.

Her wiha nûçegihan diyar kir ku koma bi navê “El-Lisûsiyê” ji niştedagîrên Xûta ye, li ser rêya di navbera gundê Turindê û bajarê Efrînê de dikeve, otomobîla şêniyekî stand, êrîşî xwediyê wê kir û 2000 lîreyên Tirkî stand.

Ev kom demeke dirêj e, dizî ji xwe re wek karekî sereke dibînin ku li taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrînê gelek mal û milkên şêniyan dizîn û talan kirin û desthilatên dagirkeriyê ti caran rê li ber diziya wan negirtiye.

 

 

 

 

Related posts