Saziyên dagirkeriyê roja Newrozê nekir betlane… “Ebû Emşe” jî bi zorê şahî da lidarxistin

AFRINPOST-Taybet

Saziyên dagirkeriya Tirkî li herêma Efrînê, roja 21`ê Adarê ango Newroza îsal nekir betlane.

Rêveberekî meclisa Niştîmanî ya Kurdî (ENK-S) da zanîn ku Itîlafa Ixwanî ya qaşo Sûrî ragihand ku roja Newrozê betlaneyeke fermî ye da ku şênî Newrozê pîroz bikin, lê ew roj weke rojên din ên normal derbas bû.

Nûçegihanê Afrinpostê di vê derbarê ragihand ku hemû mamoste, xwendekar û karmendên meclisên xwecihî yên dagirkeriya Tirkî di roja Newrozê de li ser karê xwe bûn ji ber ku têkildarî wê rojê, ti daxuyaniyên fermî ji aliyê hikûmeta dagirkeriyê ve derneket.

Di heman çarçoveyê de û li gorî dezgehên ragihandinê yên Opozisyona Sûrî li herêma Efrîna dagirkirî li hinek deveran wek Meydankê, Zêtûnakê, Basûtê, Dirûmiya, Meydana, Hec Qêsim, Hec Xelîl, Şêx Bîlal, Miskê û Şiyê şahiyên Newrozê yên biçûk hatin lidarxistin.

Li gorî çavkaniyên Afrinpostê, milîsên “Sultan Silêman Şah El-Emşat” bi xwe di şeva Newrozê de, bi amadebûna sermilîs “Ebû Emşe” agirê Newrozê dada, piştre milîsan bi rêya minareyên mizgeftan bang li şêniyên gundên di bin kontrola wan de kirin ku li cihekî bajarokê Şiyê amade bibin da ku Şahiya Newrozê li dar bixin.

Çavkaniyan destnîşan kir ku şêniyên gundê Qermitliq û gundên din bi darê zorê û bê dilê wan li şahiyê amade bûn ku ev yek jî di rûyên wan de li ser sosyal medya xuya bû.

Li gorî çavdêran, Itîlafa Ixwanî îsal şahiya Newrozê li dar xist da ku li ser sûcên ku hêzên dagirkeriyê û milîsên wê derheqê şêniyên Efrînî de ji sê salan û vir de kirine, bigire.

Ji rojên destpêkê yên dagirkirina Efrînê Adara 2018`an ve desthilatên dagirkeriyê nehişt ku di rojên Newrozê de ti agirek li devereke Efrînê were pêxistin û ne jî ti şahî li dar bikevin.

Tê zanîn ku hêzên dagirkeriyê di roja yekemîn a dagirkirina bajarê Efrînê de, rasterast berê xwe dan peykerê Kawayê Hesinkar wêran kir.

Related posts