AFRINPOST-Taybet
Dadgeheke Tirkî li herêma Efrîna dagirkirî saleke zînadan li xortekî Efrînî ku milîsên “El-Hemzat” beriya 5 mehan ve, dema ji bo kar derbasî erdê Tirkiyê dibû, revandibû, birî.
Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku dadgeheke Tirkî li bajarê Efrînê roja Duşemê 15`ê Adarê 2021 derheqê şêniyekî Kurd de bi navê Izet Ebdil Ruhman Mistefa (23 salî) ji şêniyên gundê Gewrika yê navçeya Cindirêsê biryara zîndana salekê bi tawana xiyanet û tevlîbûna nava rêxistineke terorîst û têkiliya li gel rêjîmê, lê birî.
Şênî Izet piştî dagirkeriya Tirkî ji herêma Efrînê re sala 2018`an, bi darê zorê ji Efrînê koçber bû û li gel malbata xwe revîn bajarê Helebê. Destpêka Cotmeha 2020 biryar da ku bireve Tirkiyê da ku li Stenbolê li gel nasên xwe kar bike. Wî li gel qaçaxciyekî li hev kir ku di Minbicê re wî bigihîne deriyê Selamê li bajarê Ezazê, lê belê qaçaxciyan rê guhart û di bajarokê Nubilê re derbas kir da ku di rêya “Cebel Ehlam” û gundê Basûtê re, herêma milîsên “El-Hemzat” derbas bikin ku di wir re derbasî herêma Efrînê bikin.
Lê belê çekdarên milîsên “El-Hemzat” ew li gel çend kesên din dema derbasî herêma wan bûn revandin û avêtin zîndaneke Basûtê.
3 xortên Kurd hatin berdan
Desthilatên dagirkeriya Tirkî di nava vê hefteyê de 3 şêniyên Kurd ku çarenûsa wan ne diyar bû û piştî 3 salan ji zîndanê, berdan.
Li gorî nûçegihanê Afrînpostê desthilatên dagirkeriyê roja Înê 12`ê Adarê 2021 xortê Kurd bi navê Mihemed Zekeriya Tetar ji bûyînên 1988 ji şêniyên gundê Ereba yê navçeya Mabeta ji zîndana navendî li gundê Maratê piştî 3 salan ji zîndanê berda. Şênî Mihemed zewicî ye û bavê 2 keçan e.
Roja Sêşemê jî desthilatên dagirkeriyê xortê Kurd bi navê Îbiş Xelîl Hebeş ji bûyînên 1988 ji şêniyşn gundê Ereba yş navçeya Mabeta ji zîndana navendî ya gundê Maratê berda.
Her wiha desthilatên dagirkeriya roja Sêşemê şêniyê bi navê Hesen Hemo ji şêniyên gundê Kumreşê piştî 3 salan berda.
Xort Hesen Saro 19`ê Adara 2021 ji aliyê milîsên dagirkeriya Tirkî ve hatibû revandin.