Bi nav … binçavkirina 18 şêniyên Kurd ji deverên cuda yên Efrînê hat belgekirin

AFRINPOST-Taybet

Afrinpost navên 13 şêniyên Kurd ku bi zordestî ji deverên cuda yên Efrînê ji aliyê desthilatên dagirkeriya Tirkî hatin binçavkirin û birin zîndanên aşkere û nepenî, belge kirin.

Di hûrgiliyan de Afrinpostê rewşa wiha zelal kir; di çarçoveya hemleyeke binçavkirinê, milîsên Firqeya El-Hemzat 10 şêniyşn Kurd ji gundê Cûqê bin çav kirin û birin bajarokê Mabeta û ev kes ji wan hatin naskirin; Mistefa Kemal Seîd, Kemal Wehab Seîd, Mihemed Qasim, Basil Enter Hesenmûs, Ismaîl Elêwî, Ciwan Osman Qere û navên yên din jî nehatin zanîn.

Li bajarê Efrînê jî, rêbenda ewlehiyê ya milîsên Emin Siyasî li têketina bajêr ango li taxa Mehmûdiyê, roja Sêşemê Xelîl Mihemed ji gundê Çeqela û emîn Şebo ji gundê Alkana dema diçûn ser karê xwe yê karê vedana darên zeytûnê li derveyî bajêr bin çav kirin.

Her wiha Afrinpostê binçavkirina şêniyşn din di demên berê de jî belge kir. Li gundê Zarê yê navçeya Bilbilê yê sînorî ku milîsên Rîcal El-Herb dagir kiriye, bin çav kir. Ew her 4 şênî 15`ê Adara 2021`an ji aliyê desthilata Tirkî ve hatin revandin û ew jî ev in;

  • Mehmûd Şêx Mûse elî 40 salî
  • Luqman Mihemed Elî 37 salî
  • Hemze Mihemed Elî32 salî
  • Mehmûd Hemze Cuma

Related posts