Çawa çekdarên “El-Hemzat” xort Newzad û keça xaltîka wî Hêva li gundê Basûtê kuşt? Afrinpost vî sûcî xuya dike

AFRINPOST-Taybet

Afrinpost îro ji çavkaniyên xwe yên pêbawer derbarê teqîna ku li gundê Basûtê di 23`ê Sibata 2021`an de rûdaye ku tê de xortê Kurd Newzad (45 salî) û keça xaltîka wî Hêva Qasim (21 salî) şehîd bûn agahî bi dest xistin.

Çavkaniyan teqez kir ku xort Newzad bi fîşekeke debanceyeke bêdeng hat kuştin û keça xaltîka wî jî Hêva bi rêya mayînekê li ber deriyê odeyê hatibû çandin hat kuştin.

Li gorî agahiyan kuştina her duyan berevajî propagandaya dagirkeriya Tirkî ragihandiye, ye.

Milîsên dagirkeriyê û kenalên bi ser wê ve derbarê kuştina Newzad û Hêva ragihandibû ku teqemeniyek bi ajanekî QSD`ê ku dixwest xwe biteqîne, teqî û ew bûn qurbana wê teqînê. Lê belê ew propaganda berevajî rastiyê ye.

Çavkaniyan diyar kirin ku çekdarên “El-Hemzat” ên ku gund dagir kirine, bi şev hatin mala şênî Şerîf Qasim da ku pê re derbarê berdana kurê wan “Ebdo Qasim” ê revandî bi rêya xort Newzad danûstandinan bikin. Çekdar li odeyeke mala şênî Şerîf Qasim heta derengiya şevê man. Li wir çekdaran bi debanceyeke bêdeng xort Newzad kuşt(dibe ku sedema kuştina wî jî, ji ber nakokiyên madî di navbera wan de bin ji ber ku di navbera wan de hevpariyeke bazirganiyê hebû wek qaçaxciya dewaran û wiha dewam kir;

Dema çekdar ji malê derketin û da ku li ser sûcê xwe bigirin, di bin deriyê odeyê de û bêyî ku malbat pê bihese mayîn çand.

Saet 5 û nîv li ber destê sibehê, pîrejin Emîne Mistefa Qasim ji keça xwe Hêva xwest ku biçe Newzad ji xewê şiyar bike, ji ber ew difikirî ku piştî rûniştina wî(Newzad) ya demdirêj li gel çekdaran, piştre rasterast xew kir. Dema Hêva derî vekir, mayîn teqî û keçik şehîd bû û beşek ji odeyê wêran bû.

Çavkaniyan teqez kir ku heta ku çekdar sûcê xwe veşêrin, bi sibehê teqîneke din pêk anîn û dîmenên wê bi profesyonaltî girtin da ku bidin xuyakirin ku Newzad û Hêva di teqînê de mirin û endamên şaneyên QSD`ê bûn.

Related posts