AFRINPOST-Taybet
Afrinpost ji çavkaniyên xwe yên li nava milîsên “polîsên leşkerî” yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn agahdar bû ku milîsan ji xwediyên girtiyê bi navê Nûrî El-Dîn Izet Hacî 30000$ beramberî berdana wî xwestin.
Nûrî El-Dîn Izet Hacî ji şêniyên gundê Husê yê navçeya Mabeta ye. Piştî ku ji serdana malbata xwe li Qamişlo 17`ê Çileya 2021 vegerî, li gel xwarziyê xwe Izet Mihemed Ehmed ê 17 salî ji dikana cilûbergan a li ser rêya Raco yê bajarê Efrîna dagirkirî, bi bihaneya peywendiya li gel Rêveberiya Xweser hatin binçavkirin.
Çavkaniyan teqez kir ku milîsên dagirkeriya Tirkî, demeke berê mal û dikana wî ya bazirganiyê desteser kirin û beriya derdora du hefteyan kelûpelên dikana wî bi 50000$ firotin.
Çavkaniyan destnîşan kir ku şênî Nûrî El-Dîn hêjî heta roja îro di zîndana milîsên “polîsên leşkerî” de ye.