AFRINPOST-Taybet
Afrinpost ji çavkaniyên xwe yên li nava milîsên dagirkeriya Tirkî agahdar bû ku dagirkeriyê ferman li sermilîsekî “Lîwa El-Şemal” kiriye ku çekdarên wan weke çete ji bo şerê li ser sînorê Siûdî Erebistan û Yemenê amade bike.
Li aliyekî din kenalên ragihandinê yên milîsan xuya kir ku istixbarata Tirkî dosya amadekirina çeteyan ji bo şerê li Yemenê radestî yê bi navê “Kemal Teha Feyhan” bi nasnav “Ebû Feysel El-Mûcahid” kir. Ew ji şêniyên bajarê Qeryetên(85 KM dûrî bajarê Humsê) ye û niha li bajarokê Dana dijî, û ji wir derbasî hemû herêmên ku Tirkiyê dagir kirine wek Efrîn, Cerablus, Bab, Ezaz, Serêkanî û Girê Spî dibe. Wî sermilîsî bi desteka dagirkeriya Tirkî ofîsên birêxistinkirina çeteyan ji bo şerê Yemenê vekirine.
Li gorî tomara deng a rêveberê hemleya birêxistinkirina çeteyan ji bo şerê Yemenê, wê her çeteyek 2500$ bistîne ku destpêkê 400$ didinê û pereyên mayî jî li dawiya mehê radestî xwediyên wî dikin û wiha dewam kir; dema girêbestê çeteyan 6 heyv in û eger li Yemenê nehat kuştin girêbest tê nûkirin û sermilîs got ku qedexe ye çete telefonan bi xwe re bibin û wênekêşî qedexe ye û yên ku fermanan bin pê bikin an tên zîndanîkirin an jî tên qewitandin.
Mekanîzmeya komkirina çeteyan jî wek çawa derbasî Lîbya dikirin, wê wisa derbasî Yemenê jî bikin ango pêşî derbasî erdê Tirkiyê dikin, li wir ji balafirxaneya Stenbolê veguhêzin ser sînorê Siûdî Erebistan û Yemenê.