“Ceyş El-Şerqiyê” milîsên “polîsên sivîl” li Efrînê ji deriyê sînorî bi dûr dixe

AFRINPOST-Taybet

Roj bi roj lîstok û tevliheviya milîsên Ixwanî yên dagirkeriya Tirkî li Efrîna dagirkirî derdikeve ber çavan.

Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku milîsên “Ceyş El-Şerqiyê”, milîsên “polîsên sivîl” ji deriyê Hemamê yê sînorî bi bihaneya gendeliyê bi dûr xist û bi xwe niha li ser derî disekinin û wiha dewam kir;

Dagirkeriyê xala çavdêriyê ya milîsên polîsên sivîl radestî “Ceyş El-Şerqiyê” kir. Ew xala çavdêriyê jêdereke girîng a bidestxistina pereyan û sepandina bacan li ser kesên ku di derî re diçin û tên.

Li gorî raporên navneteweyî, mafnasî û çapemeniyê, rewşa gendelî û tevliheviyê li tevahî herêmên Efrîna dagirkirî asker ye. Raporên navdewletî teqez dikin ku hemû sûc û kiryarên milîsên dagirkeriya Tirkî li bakurê Sûriyê bê hesab û lêpirsîn derbas dibin.

 

 

Related posts