Hêzên dagirkeriyê 17 top li Şehbayê xistin û hêjî topbaran berdewam e

AFRINPOST-Taybet

Nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku hêzên dagirkeriya Tirkî û milîsên wê yên Îslamî vê şevê gelek gund li herêmên Şehbayê bi top û moşekan topbaran kirin. Derbarê ziyanên madî û mirovî de ti agahî nehatin piştrastkirin.

Nûçegihan diyar kir ku gundên ku hatine topbarankirin ev in; Şewarxe, Elqemiyê, Eyn Deqnê û Bêlûniyê ne û heta dema çêkirina nûçeyê topbaran berdewam e.

 

Related posts