AFRINPOST-Taybet
Afrinpost ji çavkaniyên xwe agahdar bû ku milîsên “Ceyş El-Îslam” ên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn, daxwaz ji desthilatên dagirkeriyê li Efrîna dagirkirî kir ku bajarê Efrînê ji çekan û hemû navendên leşkerî vala bikin û eger daxwaz bi cî neyê, wê şer li dijî milîsên “Cebha El-Şamiyê” ku pêr 2 çekdarên wê kuştin, giran bike.
Çavkaniyan diyar kir ku milîsan beramberî sekinandina şer li dijî “El-Şamiyê”, daxwaza ji degirkeriya Tirkî kir ku çek û milîsan ji Efrînê derxin.
Sermilîsên “Ceyş El-Îslam” gefa tolhildanê li milîsên “Cebha El-Şamiyê” xwar ku tola kuştina çekdarekî xwe û birîndarkirina 8 din kir ku di encama êrîşa li ser navenda wan li herêma Qeban li naverasta bajarê Efrînê kir.
Li gorî çavkaniyên xwecihî hêjî tansiyon di navbera milîsên “Ceyş El-Îslam” û “Cebha El-Şamiyê” de heye.