AFRINPOST-Taybet
Nûçegihanê Afrinpostê li herêmên Şehbayê ragihand ku hêzên dagirkeriya Tirkî û milîsên wê yên Ixwanî roja Çarşemê bi êvarê, kampeke koçberên Efrînê topbaran kir.
Nûçegihan da zanîn ku bêtirî 10 topan li dorhêla kampa Serdemê ku bi hezaran koçberên Efrînê lê dimînin, barîn û wiha dewam kir;
Dagirkerî û milîsên wê ji bajarê Marê ve kampê û dorhêla wê topbaran dike.
Di encama topbaranê de tirs ket dilê koçberên kampê.
Li gorî nûçegihan gundê Til Qirahê yê Şehbayê jî hat topbarankirin û hêjî topbaran berdewam e.