Li Şiyê piştî bidawîkirina dewreya cîhadîstiyê, “El-Emşat” bi dehan ji çeteyên xwe dişîne Lîbya

AFRINPOST-Taybet

Milîsên “Firqeya Sultan Silêman Şah” ên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn dewreyeke Cîhadîstiyê ya çekdarên xwe li kampeke xwe ya li navçeya Şiyê bi dawî kir da ku bişînin Lîbya.

Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku milîsan amadekariyên çeteyên xwe ji bo şandina Lîbya bi dawî kirin û biryar hat dayîn ku komek ji derdora 130 çeteyî wê roja Pêncşemê di derbasgeha Hemamê ya li ser sînorê Tirkiyê derbasî Tirkiyê bibin û ji wir biçin Lîbya.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan jî, ji aliyê xwe ve da zanîn ku vegera komeke ji çeteyên Sûrî ji Lîbya ji ber sedemên nediyar sekinî û wiha dewam kir; hejmara çeteyên wê ji Lîbya vegerin Sûriyê derdora 140”î ye, ew hatin agahdarkirin lê sedemên paşdexistina vegera wan zelal nekirin.

Çeteyên Ixwanî ji vê yekê bi hers bûn ku diviyabû ku 25”ê meha derbasbûyî vegeriyan; lê prose pêk nehat. Li gorî Rewangehê ev cara duyemîn e, ya ku vegera çeteyan ji Lîbya tê rawestandin.

Related posts