AFRINPOST-Taybet
Istixbarata Tirkî di çarçoveya pêngava binçavkirinên ku li dawiya hefteya borî li bajarê Efrînê pêk aniye Kurdekî din bin çav kir ku dibe Kurdê 5`ê yê ku di vê pêngavê de tê binçavkirin.
Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku roja Çarşema borî istixbarata Tirkî şêniyekî Kurd ji dikana wî ya bazirganiyê li kolana Raco ya bajarê Efrînê bêyî ku tawana binçavkirinê were naskirin bin çav kir û hêjî çarenûsa wî nediyar e.
Tê zanîn ku di heman rojê de dewriyeyeke istixbarata Tirkî roja Çarêşem û Pêncşemê 10 û 11`ê Sibata 2021, 4 şêniyên Kurd li bajarê Efrînê bin çav kirin û birin cihekî nediyar.
Istixbarata Tirkî roja Pêncşemê 11`ê Sibatê, şênî Ednan Ebû Mezlûm û kurê birayê wî Mihemed Sefwan ji cihê karên wan( dikana firotina goşt) li taxa Efrîna Kevn(rêya Cindirêsê) bin çav kirin.
Di roja pey wê re ango roja Înê, istixbarata Tirkiyê 2 xortên Kurd ji cihê karê wan li ser rêya Raco li kêleka nanpêjgeha Ebû Îmad û heta niha hêjî tawan û cihê ku birinê ne xuya ye.
Li gorî nûçegihanê Afrinpostê navên her du xortan jî wiha ne; Nîdal Mihemed(berberê mêran) û yê din jî bi navê Basil e û ew jî alîkarê berber e û wiha dewam kir; dewriyeyeke hevbeş ji istixbarata Tirkiyê û milîsên polîsên leşkerî duh roja Înê berê xwe dan gundê Basûtê, Xezawiyê û Birc Ebdellah da ku dest bi pêngava venêrînê li wan gundan bike, lê ti agahî heta niha derbarê pêngavê de nehatine parvekirin.