Daişa Spî aşkere çalakiyek li bajarê Efrîna dagirkirî li dar xist û banga xîlafeta Îslamî kir

AFRINPOST-Taybet

Li herêma Efrîna dagirkirî di bin siya dagirkeriya Tirkî û milîsên wê yên Ixwanî de, “Partiya Tehrîr Îslamî” derket holê û bi awayekî askere çalakiyek ji bo piştgiriyê Dera û qaşo “şoreşê” kir. Sedemên hebûna wê û dema derketina partiyê li Efrînê bi xwe re gelek mijar û pirsan tîne.

Çavdêr vê partiyê bi partiyeke Îslamî bi nav dikin ku xwedî ramanên tundraw e û bi navê partiya “Hûtan” jî tê naskirin. Ew ne dewleta niştîmanî, ne jî sînoran nas dike. Piranî çalakiyên vê partiyê boyaxkirina dîwar û nivîsandina durişme û gotinên dijdemokrasiyê ye, her wiha banga xîlafeta Îslamî dike. Lê ya xeternak ew e ku bi navê “Daişa Spî” tê naskirin, ji ber ku ramanên wê gelekî tund in û rêgezên mirovatî bin pê dike.

Piştî bajarê Heleb û Idlibê, ji nişka ve bi çalakiyekê li bajarê Efrînê derket û banga şoreşeke vala û bê wate kir.

Alîgirên “Partiya Tehrîr El-Îslamî” li bajarê Efrîna dagirkirî, 5”ê Sibata 2021”an çalakiyek bi navê “şoreş raman eû raman jî namire” li dar xist. Di çalakiyê de durişmeyên Îslamî û banga avakirina dewleta Xîlafetê hat kirin.

Tiştê ku piştî dagirkirina Efrînê tê kirin, guhertina çanda lihevborîn, pir-rengî û tundiyê dide xuyakirin û hemû çalakiyên ku tên birêxistinkirin jî bi alên Tirkiyê ne.

Related posts