AFRINPOST-Taybet
Nûçegihanê Afrinpostê li herêmên Şehbayê ragihand ku hêzên dagirkeriya Tirkî û milîsên Îslamî, êvara roja Duşemê bi topên hawnê ji Efrînê de çend gundên navçeya Şêrawa û herêmên Şehbayê topbaran kirin, lê derbarê bandorên topbaranê de ti agahî nehatin bidestxistin.
Nûçegihan diyar kir ku topavêja dagirkeriya Tirkî gundine Meranaz û gundê Elqemiyê yê navçeya Şêrawayê, bi bêtirî 15 topan topbaran kir. Her wiha bajarokê Til Rifetê û Şêx îsa û gundê Bêlûniyê, Hurbil ên Şehbayê hatin topbarankirin ku hêjî topbaran berdewam e.
Hêzên dagirkeriya Tirkî û milîsên wê bi şêweyekî berdewam herêmên Şehbayê ku tijî koçberên Efrînê ne, hem di malan de, hem jî di kampan de dimînin û tevî hebûna hêzên Rûsî topbaran dikin.