AFRINPOST-Taybet
Afrinpost ji çavkaniyên xwe yên taybet agahdar bû ku çekdarekî ji milîsên “Cebha El-Şamiyê” yên dagirkeriya Tirkî gef li şêniyekî Kurd li taxa Eşrefiyê yê bajarê Efrînê xwar ku eger pê re nezewicînin, wê bavê keçê bikuje. Ji ber vê yekê bavê kecikê di zewicandina wê de li gel xortekî malbatê bi lez kir. Lê belê piştî ku çekdar agahdar bû ku keçik wê bi yekî din re bizewice, gefên xwe tûj kirin û got eger wan her duyan bibîne, wê bikuje ku ji ber wê jî her duyan xwe li deverekê veşartine.
Çavkaniyan teqez kir ku çekdarê Ezazî ji bavê keçikê re got 5000$ bide min, ez gefa xwe pêk nayînim û zava û bûkê nakujim.
Afrinpostê ji bo ku ti zirar negihêje wan, naxwaze navên wan bi bîr bixe her wiha da ku navê xerab jî bi ser malbatê nekeve wan aşkere nake ku tenê bûyerê weke heyî parve dike.