Derdora 80 darên zeytûnê li bajarê Efrînê hatin birîn … gelo ên kê ne?

AFRINPOST-Taybet

Nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê ragihand ku milîsên dagirkeriya Tirkî li zeviyên li dorhêla bajêr dikevin, derdora 80 darên zeytûnê ji bo bazirganiya bi êzingên wê birîn.

Nûçegihan diyar kir ku 25 darên zeytûnê yên şêniyê bi navê Mihrem Mihemed ji şêniyên gundê Keferşîlê yê bi ser bajêr ve birîn, lê zêde 14 dar ji kokê de li gundê Til Tewîl hatin birîn û wiha nûçegihan dewam kir;

Milîsan li heman cihî(gundê Til Tewîl, li jêrî gorên taxa Zîdiyê) 40 darên zeytûnê yên şêniyê bi navê Fayêq Mihemed ji şêniyên gundê Çeqela yê navçeya Şiyê birîn.

Related posts