AFRINPOST-Taybet
Nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku çekdarên milîsên Îslamî, roja Şemiyê 6`ê Sibata 2021, şêniyekî Kurd bi navê Rohat Wehîd Mistefa (37salî) ji şêniyên gundê Erendê yê navçeya Şiyê, dema berê xwe dabû bajarê Ezazê, revand.
Şênî Rohat Wehîd Mistefa bi armanca kirîna materyalên werşeya embroderiyê(tetrîz) çû bajarê Ezazê ku li ser rê hat revandin û ta niha ti ahagî derbarê wî de nîne û çarenûsa wî ne diyar e.
Bûyerên revandina Kurdan li ser rêya Ezazê ji demekê ta demeke din dubare dibin. Di dawiya meha borî de şêniyê Kurd Rewad Wehîd ji gundê Erendê ye, dema li nexweşxaneya Ezazê vedigerî gel bijîşkê xwe, ya bi navê “Mebahis Eskeriyê” ew bin çav kir.
Bêtirî mehekê şêniyekî Kurd bi navê Mihemed Sefer bi nasnav Ewêl (35salî) ji gundê Hesendêra yê navçeya Bilbilê li xaçerêya bajarê Ezazê ya dagirkirî bi tawana ku berê di odeya çandiniyê ya Rêveberiya Xweser de dixebitî, hat binçavkirin. Şênî Mihemed ji ber kaxezên traktora çandiniyê berê xwe dabû Ezazê û li ser rê hat binçavkirin.
Di 13`ê Berfanbara 2020 de, rêbendekî hevbeş ya milîsên “polîsên leşkerî û sivîl”, şêniyê Kurd bi navê Selah Îbrahîm Şêxo Ebdo (40salî) ku çû bajarê Ezazê gel bijîşkê xwe, lê belê milîsan ew bi tawana tevlîbûna nava PYD”ê bin çav kir.