AFRINPOST-Taybet
Berevajî tiştê ku hatiye reklamkirin ku qaşo ya bi navê Komîteya vegerandina Mafan, wê rê li ber binpêkirin û destdirêjiya li ser malên şêniyên Efrînê bigire û sepandina bacan bisekinîne, niştedagîr bêtir mal û milkên Efrîniyan desteser dikin û bazirganiyê bi milkên wan dikin.
Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku kurê apê yê bi navê Mihemed Oso razî nabe ku mala şêniyê bi navê Mihemed Osman ji gundê Hesendêra yê navçeya Bilbilê ye, vala bike. Tevî ku şênî li ba komîteyê gilî kir, lê dîsa jî niştedagîr dernakeve.
Girêdayî karê ya bi navê “Komîteya Vegerandina Mafan” nûçegihanê Afrinpostê zêde dike ku navenda milîsên “Sultan Mûrad” li kolana Tilel û tevî ku komîteyê biryar derxist ku hemû navend ji wê deverê rabin, hêjî di standina bacan de ji xwediyên dikanan berdewam e. Milîs ji her xwediyê dikanekê 10000 mehane distînin. Li kolana Tilel bêtirî 200 dikanên bazirganiyê hene.
Nûçegihan têkildarî heman çarçoveyê dibêje ku çekdarên milîsên “Ehrar El-Şerqiyê” li taxên ku kontrol kirine, li ser dikanên bazirganiyê bacan disepînin. Ew ji dikanên li kolana Otostradê, ji dikanên biçûk 10000 lîreyên Sûrî distînin û ji dikanên pereguhêriyê û yên mezin 50 lîreyên Tirkî distînin, her wiha ji dikanên li ser rêya Cindirêsê û Raco yên bajêr mehane 10000 lîreyên Sûrî distînin.
Di çarçoveya firotina mal û milkên şêniyên Efrînê de jî, mala şêniyê Kurd Mihemed Ehmed Ehmed ji navçeya Şiyê ye ku mal li taxa Eşrefiyê ya bajêr dikeve û qata yekê ya avaniyê ye, bi 1200$ ji niştedagîrekî ji parêzgeha Idlibê re hat firotin. Ew niştedagîr berê di bin konekî de li cem çemê Efrînê dijiya.
Dîsa li taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrînê çekdarekî ji milîsên “Cebha El-Şamiyê” ku ji parêzgeha Dêrazorê ye, mala şênî Mihemed Henan ji gundê Qêsim bi 1000$ firot çekdarekî ji parêzgeha Idlibê. Prosesa kirîn û firotinê jî li nivîsgeha xanîberan a kesekî Efrînî pêk hat û navbeynkarê Efrînî li ser 200000 lîreyên Sûrî bir.
Niştedagîrekî Idlibî li taxa Eşrefiyê dikanek bi 700$ firot niştedagîrekî din ji Xûtayê û tê de dest bi firotina tiştên xwarinê û sebzeyan kir. Dikan a şêniyekî Kurd bi navê Mihemed Oso ji şêniyên gundê Qurnê yê navçeya Bilbilê ye ku ev cara duyemîn e, dikan tê firotin.