Çekdarekî ji kalemêrekî Kurd re got: Ev erdê me ye, çima tu li vir mayî? Diviyabû tu ji Efrînê derketa!

AFRINPOST-Taybet

Kurdên ku li Efrîna dagirkirî mane bi awayekî berdewam di hemû saziyên ku dagirkeriyê ava kirine û bi armanca koçberkirinê, rastî kiryarên nijadperestiyê yên çekdar û desthilatên Tirkiyê tên.

Têkildarî vê çarçoveyê nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku kalemêrekî Kurd bi mebesta çêkirina analîzên tenduristî, berê xwe da nexweşxaneya Şîfa(berê Avrîb bû), lê belê pêşwazîkarên nexweşxaneyê ew pêşwazî nekir û ji ber ku wî cilên Kurdî li xwe kiribûn bi nijadperestî pê re axivîn ku her dema dora wî di rêza nexweşan de dihat, ew bi paş de dixistin û beriya wî niştedagîr û çekdar derbasî gel bijîşkan dikirin.

Kalemêrê bi navê(H,N,E) ji vê kiryarê bi hêrs bû û got: “Ev erdê me ye û ev nexweşxane me ava kiriye, hûn kî ne heta ku wiha li me dikin?” Çekdarekî ji milîsên “Ehrar El-Şerqiyê” lê vegerand wiha got: “Piştî ku em derbasî vî erdî bûn, bû yê me, tu çima li vir î, diviyabû tu ji Efrînê derketa. Ji ber vê yekê kalemêr ji nava rêza nexweşan derket û analîzên xwe yên tenduristî çênekirin.

Ji aliyekî din ve, çekdarine ji milîsên “Sultan Mûrad” li gundê Berkaşê yê navçeya Bilbilê, bi bihaneya ku nan dereng dabîn kir, êrîşî şêniyekî Kurd bi navê Reşîd Emûne ji şêniyên gundê Qûta kir û bi giranî lêda.

Li gorî rapora heftane ya Partiya Yekîtiya Demokratîk PYDK-S ku roja Şemiyê derket, şênî Reşîd Emûne karê belavkirina nan dike.

Related posts