Piştî teqîna Sînaha li Efrînê 4 kes hatin binçavkirin

AFRINPOST-Taybet

Têkildarî teqîna herêma Sînaha ya bajarê Efrîna dagirkirî ku 30`ê Çileya 2021 rûda, desthilatên dagirkeriya Trikî roja Duşemê, 4 niştedagîrbin çav kirin.

Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê ragihand ku hêzên dagirkeriya Tirkî 4 kes ku 2 ji wan ji bajarê Ezazê, yek ji Idlibê û yê din jî ji Hemayê ye, bin çav kir.

Roja Çarşemê li dorhêla sûka Çarşemê ya herêma pîşesaziyê(Sînaha), kamyoneke bombebarkirî teqiya ku di encamê de 6 kes hatin kuştin û 29 jî birîndar bûn.

Di wê teqînê de hejmareke şêniyên Efrînê şehîd bûn. Nûçegihanê Afrinpostê navên wan belge kirin ku ew jî ev in; Ebdulrehman Elî û kurê wî Elî Ebdilrehman ji gundê Bozîkê yê Cindirêsê û Elî Hemdan ji eşîreya Umêrat. Her wiha navên birîndaran jî ev in; Cîhad Mûsa(gundê Cilbirê), Rêber Mûsa(gundê Cilbirê), Ebid El-Qadir Osman 38 salî, Hesen Mamo 46 salî ji Qirigolê û Hisên Şêx Mihemed ji bajarê Efrînê.

Teqîn piştî çend rojan fermana desthilatên dagirkeriya Tirkî ji milîsên “Cebha El-Şamiyê” ku rêveberiya herêma pîşesaziyê radestî meclisa xwecihî bikin, rûda.

Li gorî nûçegihanê Afrinpostê milîsên “El-Şamiyê” ji sê salan ve ew herêmê bi rêve dibir ku bac li ser xwediyên werşeyan disepandin ku 50 L.Tirkî mehane li serr her werşeyekê bi bihaneya dabînkirina parastina dikanên pîşesaziyê disepand.

Related posts