Jineke Kurd ji Celemê dema serdana xizmên xwe dikir, wenda bû

AFRINPOST-Taybet

Nûçegihanê Afrinpostê li navçeya Cindirêsê ragihand ku ji beriya hefteyekê ve jineke Kurd, dema ku serdana xizmên xwe li gundê Kefersefrê dikir, wenda bû.

Nûçegihan da zanîn ku rêzdar Bêrîvan Şahîn ji mala xwe li gundê Celemê yê navçeya Cindirêsê bi armanca serdana xizmên xwe li gundê Kefersefrê derket, lê belê negihîşt gel wan û li ser rê wenda bû û heta niha derbarê wê de ti agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

Derbarê wendabûna wê de, nasên wê dibêjin ku çekdarên ji “Feyleq El-Şam” ku gund kontrol kirine, ew revand û radestî “Cebhet El-Nusra” kirin û wiha dewam dikin; “Cebhet El-Nusra” jina Kurd bir Idlibê. Di heman çarçoveyê de gotinên din jî tên kirin ku milîsên “Feyleq El-Şam” jina Kurd revand û ew veşartiye, lê Afrinpostê heta niha rastiya vê gotinê piştrast nekiriye.

Ji aliyekî din ve û di çarçoveya nebûna ewlehiyê li herêmên dagirkeriya Tirkî de, kenalên ragihandinê yên bi ser milîsên dagirkeriya Tirkî ve, roja Sêşemê ragihandin ku termê keçeke kuştî li erdekî çandiniyê yê gundê Ekde yê Ezazê hat dîtin ku têkildarî nasnameya wê ti agahiyên din nehatin parvekirin.

Related posts