AFRINPOST-Taybet
Milîsên “Firqeya Sultan Mûrad” ên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn ji jineke Kurd xwestin ku mala xwe li bajarokê Şera yê gundewarê Efrînê vala bikin da ku ji xwe re bikin navendeke leşkerî.
Nûçegihanê Afrinpostê di hûrgiliyên bûyerê de vê tîne ziman; koma bi navê “Ebû Henîş” tenêbûna jina bi navê Um Umer 55 salî fersend dît û di bin zora çekê de daxwaz jê kir ku mala xwe vala bike û radestî wan bike.
Li gundê Qestela Xidiriya yê navçeya Bilbilê jî, koma sermilîsê bi navê “Ebû Elî Biyanûnî” ku girêdayî milîsên “Sultan Mûrad” in, bi ser mala şêniya bi navê “Neîme” ku mêrê wê Îbrahîm Receb mirî ye, girt û tevî nerazîbûna wê meteryalên avahîsaziyê birin û gefa kuştinê ger ew bêdeng nema, lê xwar.