Li bajarê Efrînê teqîn … 6 kuştî û 11 birîndar hene

AFRINPOST-Taybet

Rojeke din bi xwîn di ser bajarê Efrînê re derbas dibe. Îro, Şemî piştî nîvroj, li navîna bajarê Efrînê kamyoneke bombebarkirî teqiya û zirareke mezin hem canî hem jî madî bi xwe re anî.

Têkildarî teqînê, nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku barkêşeke tirimpêlan derdora saet 03:30 li pêşiya deriyê duyemîn ê sûka Çarşemê li herêma sînaya teqiya. Di nav de 3 zarok, 6 kes hatin kuştin û 11 jî birîndar bûn. Tê payîn ku hejmara kuştiyan, ji ber birînên giran, zêdetir bibe. Her wiha avaniyên li dora devera teqînê jî, zirareke mezin dît.

Kenalên bi ser dagirkeriya Tirkî ve derbarê kuştî û birîndarên teqînê de, lîsteke navan parve kir. Li gorî lîsteyê 6 kuştî û 29 birîndar hene.

Nûçegihanê Afrinpostê teqez kir ku kamyonê kabîneyên valakirinê bar kiribûn û ber bi cihê teqînê ve hildikişiya ku piştî çend deqeyan dema gihîşt pêşiya deriyê duyemîn ê sûka Çarşemê teqiya, lê belê nehat zanîn ku ajokarê wê xwekuj bû, lê ji dûr ve kamyon teqand.

Related posts